TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER ÊN SÛRIYEYÊ BINPÊKIRIN LI DIJÎ ELEWIYAN ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê xwepêşandanek li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist û tê de binpêkirin û komkujiyên ku li dijî civaka Elewî pêk tên, şermezar kir.

Bi dehan ciwan û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ligel nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li Çerxerêya Zeytûnê ya li taxa Eşrefiyê li hev kom bûn û xwepêşandana xwe dest pê kirin.

Beşdaran alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hilgirtin û pankartên ku dirûşmeyên “Gelê Sûriyeyê Yek e” û “Na ji Kuştina Sivîlan re” li ser wan hebûn, bilind kirin.

Piştî deqeyeke bêdeng, li ser navê ciwanan PYD’ê û Tevgera Jinên Ciwan, axaftin hatin kirin.

Axêveran tekezî li ser pêwîstiya bidawîkirina binpêkirinên li dijî sivîlan û avakirina aştiyê di navbera hemî pêkhateyên Sûriyeyê de.

Xwepêşandêran bi dirûşmeyên ku tekeziyê li ser yekîtiya Sûriyeyê dikin, çalakiya xwe bi dawî kirin.

Share This Article