Bi merasîmekê cenazeyên 18 şehîdên ji goristana şehîdan a Minbicê veguhestin goristana Şehîd Dicle a Kobanê.
Cenazeyên 18 şervanên Meclisa Minbic a Leşkerî, YPJ û QSD ên ku di destpêka rizgarkirina bajarê Minbicê ji DAIŞ`ê di sala 2016`an û êrişên ku li dijî bajar ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ya 2025’an de şehîd bûn, ji goristana şehîdan a Minbicê veguhestin goristana Şehîd Dicle ya li Kobanê.
Meclisa malbatê şehîdan diyar kir ku ji ber goristana şehîdan li Minbicê rastî wêrankirinê hat, ew cenaze veguhestin.
Di heman merasîmê de şehadeta şervana YPJ`ê Xemgîn Dilbirîn û şervanê QSD`ê Dilovan Bîro yên ku di dîrok û deverên cuda şehîd bûne hat eşkerekirin.
Di merasîmê de piştî torana leşkerî, Fermandara YPJ`ê ya Kobanê Dilbirîn Kobanê axivî û got Divê em îro layiqî keda şehîdên xwe bin û em wan di dilê xwe de veşêrin. Em ê ji bo parastina destkeftiyan rêya wan bidomînin.
Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatê wan hate kirin.
Rêheval û malbatên şehîdan cenazeyên wan bi tilîlî û slogana “Şehîd Namirin” spartin axê.
