Encumena Jinên Sûriyê li Reqayê ji bo şîrovekirina rola jinê di civakê de û kêmkirina rewşên berdanê, komxebatek lidarxist.
Komxebat bi beşdariya jinên partiyên li Reqayê, Rêxistinên civaka sivîl û kesayetên serbixwe lidarket.
Di komxebatê de mafê jinên zewicî her wiha mafên ku jin ji ber cudahiyên di civakan de jê bê par maye, ji aliyê beşdaran ve hate nîqaşkirin.
Rêvebira nivîsgeha têkiliyan di Encumena Jinên Sûriyê de Betûl Hemzewî got ku: Bi armanca bihêzkirin û pêşxistina jinan di demên pêş de dê semînerên curbecur lidarbixin.
