Piştî êrişên dawîn ên li dijî rojhilatê Dêrazorê, şandeke tevger û rêxistinên jinan ên kantonên reqa û tebqa serdana dêrazorê kirin û piştgirî dan xelk û jinên herêmê.
Piştî êrişên dawîn ên çekdarên girêdayî hikumeta Şamê li dijî rojhilatê Dêrazorê ku di encamê de bi dehan welatî di nav de jin û zarok şehîd bûn, şandeyeke tevger û rêxistinên jinan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana kantona Dêrazorê kir.
Şande ji endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonên Reqa û Tebqayê, Meclisa Jinan a Sûriyê, endamên meclisan ên kantonên herêmê pêk hat.
Şande bi endamên Komîteya Jinan, Meclisa Jinan a Zenûbiya û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Dêrazorê re li navenda Meclisa Rêveber a li herêma Meamil civiya.
Şandeyê diyar kir ku armanca wan ji vê serdanê, piştgiriya xelk û jinên dêrazorê ne.
Jinên dêrazorê jî spasiya şandeya jinan li ser serdanê kirin û tekez kirin ku bi hevgirtina civakî êrîş hatin têkbirin.
Piştî serdanê bi navê şandeyê daxuyaniyek hate dayin.
Di daxuyaniyê de êriş û sûcên li dijî herêmê û şêniyên wê hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku komkujiya gundên Dehle û Cidêdit Begara yên ku çekdarên Dîfa El Wetenî yê girêdayî hikumeta Şamê pêk aniye, qanûna navneteweyî û mirovî bin pê dike.
