ŞANDEYEKE HIKUMETA DEMKÎ SERDANA PARÊZGEHA HESEKÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Parêzgarê Hesekê û rêveberên Rêveberiya Xweser a Cizîrê; şandeyeke Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Avê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê pêşwaz kir û li ser rewşa saziyên avê û enerjiyê gotûbêj kirin.

Şande ji aliyê Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed hat pêşwazî kirin û Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û çend şêwirmend jî beşdarî civînê bûne.

Di civînê de mekanîzmayên entegrasyon û hevkariya di navbera saziyên enerjî û çavkaniyên avê de hat gotûbêjkirin.

Parêzgarê Hesekê diyar kir ku ew amade ne komîteyan çêkin da ku rewşa çavkaniyên avê bişopînin û ji nû ve stasyona Elokê bidin xebitandin.

Share This Article