SZK’Ê YA HELEBÊ BI BONEYA 15’Ê GULANÊ BAWERNAME LI XWENDEKARAN BELAV KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Saziya zimanê kurdî SZK a taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê yên Helebê bi boneya 15’ê Gulanê şahiyek li dar xist û bawername li xwendekaran belv kir.

Rêzeçalakiyên ji bo 15`ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi girseyî tên lidarxistin.

SZK a taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê ji bo pîrozkirina vê rojê şahiyek li dar xist.

Şahî bi beşdariya rêveberên meclîsa giştî, mamoste, endamên kpc, xwendekarên dibistina şehîd cudî amanos li eywana talêt heleb li dar ket.

Di şahiyê de axaftin li ser navê szk û saziya perwerde û hîndekariyê hatin kirin û roja zimanê kurdî hat pîroz kirin.

Li aliyekî din bawernameyên serketinê li 162 xwendekarên astên yekemîn, duyemîn, sêyemîn hatin belavkirin.

Şahî bi vegotina helbest, stran û gerandina dîlanê bi dawî bû.

Share This Article