WELATIYÊN QAMIŞLO, GIRKÊ LEGÊ Û DÊRIKÊ ÎRO LI SER PIYAN BÛN

Rojava Tv
1 Min Read

Li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê; çalakiyên cur be cur ji bo şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê her wiha şermezarkirina êrîş û komkujiyên di derheqê welatiyan de hatin lidarxistin.

Welatiyên Qamişlo, Girkê Legê û Dêrikê bi çalakiyên cuda daketin qadan û xwedî li fedekariyên şehîdan derketin.

Li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cur be cur ji bo şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê her wiha şermezarkirina êrîş û komkujiyên di derheqê welatiyan de hatin lidarxistin.

Bi hezaran xelkên bajarê Qamişlo li çerxereya Şehîd Osman Sebrî li hev kom bûn û meşeke girseyî li dar xistin.

Welatiyên Qamişlo diyar kirin ku bi van êrîş û binpêkirinan, îradeya wan nayê şikandin.

Welatiyên Girkê Legê jî bi heman armancê daketin qadan û anîn ziman ku di vê êrşê de, êrîşkaran îsbat kirin ku ew DAIŞ in.

Her weha li Dêrikê, welatî ji bo xwedîderketina li nirxê şehîdan, bi girseyî li hev kom bûn û tekez kirin ku ew ê her dem li ser axa xwe bimînin û piştgiriya hêzên xwe bikin.

Di dema ku îro şehîdê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dihatin oxirkirin de, ji bo xwedîderketina li nirxê şehîdan tevahî, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser piyan bûn.

Share This Article