KOMBENDA EFRÎN A CIVAKÎ XWENDEKARÊN JI ZANÎNGEHA ROJAVA DERÇÛNE XELAT KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Kombenda Efrîn a Civakî ya li kantona Cizîrê bi şahiyeke hunerî xwendekarên Efrînî yên ku di du salên borî de ji Zanîngeha Rojava derçûne, xelat kir.

Şahî bi amadebûna bi sedan malbatên xwendekaran, endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk û şêniyên Efrînê yên li kantona Cizîrê dimînin, li hola Melekiyê ya li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Di destpêka şahiyê de li ser navê Kombenda Efrîn a Civakî û Komîteya Amadekar a şahiyê axaftin hatin kirin û tê de derçûna xwendekarên Efrînê hat pîrozkirin her wiha hêviya vegera li ser xaka Efrînê anîn ziman.

Piştre 45 xwendekarên keç û xort hatin xelatkirin.

Şahî bi gerandina dîlanan a li ber dengê def û zirneyê bi dawî bû.

Share This Article