Endama Akademiya Jineolojî Malda Kusa di salvegera şehadeta xwe ya 7’emîn de li Qamişlo hat bibîranîn.
Çalakiya bîranînê li navenda Akademiya Jineolojî bi amadebûna xelkên bajarê Qamişlo, meclisa malbatên şehîdan, Rêveberiya xweser, Pyd , kongira star hat lidarxistin.
Di çalakiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê malbata Malda Kusa û Akademiya Jineolojiyê ve hate kirin.
Axêveran behsa têkoşîn û berxwedana şehîd Malda kirin û soza şopandina riya hemû şehîdan da.
Piştî axaftinan, sinvesiyonek li ser jiyan, kar û xebata şehîd Malda Kusa hate pêşandan.
Çalakî bi berzkirina diruşmên ” Şehîd Namirin ” bi dawî bû.
