JINÊN HESEKÊ PIŞTGIRÎ DAN JINÊN SWÊDAYÊ

Rojava Tv
1 Min Read
JINÊN HESEKÊ PIŞTGIRÎ DAN JINÊN SWÊDAYÊ

Nivîsgeha Jinên Encumena Sûriya Demokratîk ji Hesekê bi çalakiyekê piştgiriya xwe bi jinên li Siwêdayê re nîşan da.

Çalakî bi amadebûna Endamên jin ên MSD′ê, Partiya Pêşketin û Guhartina Neteweyî ya Demokratîk û Encumena Jinan a Sûriyeyê li pêş navenda Encumenê ya li taxa Umran a bajêr hat li dar xistin.

Di çalakiyê de hevseroka Komîteya Jin a Encumena Civaka Ermen Losnak Kaforiyan axivî û wiha got: berxwedana Şoreşa Rojava û dengvedana wê li cîhanê, hişt jinên li Siwêdayê di heman rê û berxwedanê de bimeşin.”

Losnak piştgiriya xwe ji jinên Siwêdayê re anî ziman û wiha pê de çû: “Em piştgiriyê didin jinên berxwedêr ên Siwêdayê û em ê ji bo serketina vê şoreşê bibin yek dest û yek deng.”

Share This Article