Ji 13’ê Tîrmehê ve li swêdaya komkujî û binpêkirin derheqê Durziyan de pêk tên.
Endamê Meclîsa Olî ya bajarê Helebê Yihya Mehmûd derbarê de ji Rojava Tv re diyar kir ku, bûyerên li siwêdayê diqewimin binpêkirina mafê mirovan e û tu carî nayên qebûlkirin.
Piştî ku Hikumeta veguhêz a Sûriyê hate ser desthilatê, li berava sûriyê bi taybet derheqê Elewiyan de komkujiyên hovane pêk hatin û ji 13’ê tîrmehê ve li swêdaya başûrê sûriyê heman komkujî û binpêkirin derheqê Durziyan de pêk tên.
Endamê Meclîsa Olî ya bajarê Helebê Yihya Mehmûd derbarê binpêkirin û komkujiyên li Swêdayê ji Rojava Tv re diyar kir ku, bûyerên li siwêdayê diqewimin binpêkirina mafê mirovan e û tu carî nayên qebûlkirin.
DI vê dema niha de sûriyê di rewşeke pir hestiyar re derbas dibe, Binpêkirinên mafê mirovan, komkujî û qtilkirin tên kirin.
Birastî ev bûyerên ku niha li bajarê swêdayê tên kirin dilê mirovan dîşînin, em dibînin bê bi çi rengê komkujî tên kirin û sivîl li kolanan tên qetilkirin.
di vê her kes gotina rastî bêje ev bûyerên ku li swêdayê diqewimin binpêkirinin ji mafê mirovan re û tu carî nayên qebûlkirin.
Ev kesên ku van komkujiyan dikin tu girêdana wan bi îslamiyetê re tuneye û nizanin ku xwedê jî qetilkirin heram kiriye.
Yihya Mehmûd di nava axaftinên xwe de bang li pêkhateyên sûriyê kir ku bibin yek da ku sûriyake azad, pir reng ku mafê her kesî têde were parastin, ava bikin.
Li Gorî bîlançoya herî dawî a Rewengeha Sûriyê ya Mafê mirovan Ji 13’ê vê mehê ve hezar û 311 kes di şer û pevçûnên li Siwêdayê û gundewarên wê hatine kuştin ku ji wan 196 kes li qadan hatine gulebarankirin.
