LI BAJARÊ QAMIŞLO MAZOTA ZIVISTANÊ LI WELATIYAN TÊ BELAVKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajarê Qamişlo piştî ku nêzî 4 hezar kart hatin aktîvkirin, komîteyên sotemeniyê dest bi belavkirina mazotê kirin.

Gerînendeya Giştî ya Sotmeniyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo her malbatekê 300 lître mazot a germkirinê, veqetand.

Buhayê her lîtreyekê hezar û 50 lîreyên Sûrî ye.

Belavkirina mazotê bi rêya kartên ku ji aliyê komîteyên sotemeniyê ve hatine derxistin û bi hevkariya komînan, tê belavkirin.

Hevseroka Komîteya Sotemeniyê ya Qamişlo Meha Hisên mekenîzmeya belavkirina mazotê li ser welatiyan parve kir.

Li aliyejî din xelkên Qamişlo daxwaz ji aliyên peywendîdar kirin ku miqdarê mazota belavkirî bighînin 600 Lîtreyî.

Hêjayî bi bîr xisitnê ye ku Aktîfkirina kartên wergirtina mazotê dê heya 1’ê Çileya 2026’an dewam bike û belavkirina mazotê jî dê heya 1’ê Sibata heman salê bidome.

Share This Article