PARÊZERÊN CIZÎRÊ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya parêzerên herêma Cizîrê derbarê êrîşên dawî yên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo panelek lidarxist.
Panel bi beşdariya rêxistinên mirovî, partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl hat lidarxistin û têde gelek mijar hatin nîqaşkirin .
ji wan sûcên dewleta tirk û bêdengiya li hember wan.
Panel bi daxuyaniyekê bi dawî bû ku têde teqezî li ser ku dewleta Tirk dewletek dagirkere û sûc û kiryarên dermirovî pêk tîne hate kirin.
Her wiha helwesta Civaka Navneteweyî li hember kiryarên pêk tên hat şermezarkirin û weke şirîkên van sûcan hatin binavkirin.
Di heman demê de tekezî bi avakirina komîteyeke şopandinê ji bo belgekirina sûcên dermirovî yên ku dewleta Tirk pêk tîne hate kirin.

Share This Article