Ji bo piştgiriya şervanên YPJˋê û xurtkirina rola jinan ya di avakirina Sûriya nû de bi sedan jinên kantona Cizîrê li Hesekê meşeke girseyî li dar xistin.
Bi armanca tekezkirina rol û hebûna jinê ya di avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad de, bi pêşengiya hemû rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşeke girseyî hat lidarxistin.
Meş li ber Çarxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer dest pê kir û li ber parka taxa Nasra veguherî mitîngek.
Di mitîngê de li ser navên tevgerên jinan axaftin hatin kirin û berxwedana şervanên YPJ’ê hate silavkirin.
Her wiha hate gotin, Di avakirina Sûriyeya nû de pêwîst e îradeya jina azad were parastin û Sûriyeya Demokratîk bi deng, reng û hişmendiya jinê dê were avakirin.
