Cenazeyê şehîdê seferberiya giştî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê Ehmed Hêmin Omer bi merasîmek girseyî li goristana Rehîmawa ya li bajarê Kerkûkê hate oxirkirin.
Bi sedan welatiyên Kerkûkê di merasîm oxirkirina şehîdê yektîya netewî Ehmed Hêmin Omer de amade bûn.
Cenazeyê şehîd bi beşdarbûna malbat, welatiyan û kesayet û aliyên siyasî, li goristana Rehîmawa ya li bajarê Kerkûkê hate oxirkin.
Dayîka şehîd Ehmed di merasîmê de axivî û got: Em bi kurdê xwe serbilindin, beşdarbûna ewqas welatiyan di merasîmê de êşa me sivik kiriye.
