Seroka Desteya Rêvebir a Encumena Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed têkildarî 11’emÎn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji RojavaTV re axivî û got, Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa li dijî siyaseta Hikumeta Şamê ya inkarkirina gelan e.
Rêjîma Bass bi salên dirêj hebûna gelek pêkhateyan û bi taybet hebûna Kurdan li Sûriyê înkar dikir û ew ji hemû mafên wan ên sereke bêpar dihişt lê bi pêşengiya Kurdan û beşdarbûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 19’ê Tîrmeha sala 2012’an şoreşeke li dijî sîstema desthildar a Rêjîma Bass hate lidarxistin.
Têkildarî 11’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê Seroka Desteya Rêvebir a Encumena Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed ji RojavaTV re axivî û tekez kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa li dijî siyaseta Hikumeta Şamê ya inkarkirina gelan e.
Her wiha Îlham Ehmed salvegera şoreşê li şehîdên azadiyê û li Rêber Apo pîroz kir û got, şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa gula ye.
Îroj pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê xwe di nava saziyên Rêveberiya Xweser de digirin û bi hev re herêma xwe bi rê ve dibin û xebatên wan ên ji bo pêkanîna sîstema Demokratîk, pirrengî û nenavendîbûnê li Sûriyê dewam dike.
