Desteya Perwerdê ya kantona Reqayê azmûnên xwendekarên amadeyî yên şaxê wêjeyî û refa nehan a xwendekarên azad bi dawî kir.
Ezmûn ji 25ê Gulana borî de dest pê kiribûn û hemû li navenda Dibistana El-Reşîd a seretayî hatin kirin .
Ji bo beşa zanistî jî, weke ku di bernameya ezmûnan de diyar bibû, dê roja Şemiyê ezmûna wan ya dawî li dar bikeve .
Li gorî amarên Desteya Perwerdê ya kantona Reqayê, 147 xwendekarên beşa zanistî, 107 xwendekarên beşa wêjey
î û 54 xwendekarên refa nehan ezmûn pêşkêş kirin.
