SIYASETMEDARÊN REQAYÊ KIRYARÊN HIKÛMETA ŞAMÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Siyasetmedarên Kantona Reqayê derbarê bûyerên li Dêrazorê de kiryarên hikûmeta şamê şermezar kirin û xwestin ku hikûmeta şamê dev ji kiryarên xwe yên ne exlaqî berde.

Kiryarên Hikûmeta Şamê yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê ya bi ewle, bi taybet bûyerên beriya çend rojan a li Dêrezorê û pêkanîna komkujiyan derheqê sivîlan de rastî nerazîbûneke tund a gelê herêmê hat.

Siyasetmedarên kantona Reqayê diyar kirin ku bûyerên li Dêrezorê qewimîne û êrîşên çekdarên Dîfa El Wetenî, planeke hovane ye ji bo derxistina nakokiyan di navbera êl û gelên herêmê de.

Her wiha derbarê tercîhkirina çareseriya aştiyane û diyaloga avaker li şûna şer û gurkirina nakokiyan, siyasetmedaran tekez kirin ku, divê aliyên Sûriyê çalak bin û rola xwe bilîzin.

Rêvebiriya Xweser bi awayekî domdar tekez dike ku ew her tim ligel diyaloga Sûrî-Sûrî ye û bêtirî carekê bang li Hikûmeta Şamê kir ku were ser maseya diyalogê, lê Hikûmeta Şamê bi zihniyeta xwe ya desthilatdar hemû bangan paşguh dike.

Share This Article