SIYASETMEDARÊN HERÊMÊ SERDANA EL-ŞARI’E BO WASHINGTONÊ DINIRXÎNIN

Rojava Tv
1 Min Read

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Helebê “Ehmed Xelîl”, serdana serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed El-Şari’e li Amerîkayê nirxand û nêrîna xwe anî ziman.

Ehmed Xelîl hêvî kir ku ev serdan sûdê li Sûriyê bike.

Serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed El-Şari’e 10’ê vê mehê, serdana xwe ya yekem a fermî bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir û li Koşka Spî bi Donald Trump re civiya.

Serdana El-Şari’e bertekên cuda derxistin holê, hin kesan ew wekî serdanek dîrokî dîtin, hinên din jî wekî gava hewceyî şirovekirin û zelalkirinê dîtin.

Endamê îdarî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Helebê “Ehmed Xelîl”, li ser vê mijarê bi berfirehî rawestiya û serdan ji nêrîna xwe ve kurteber kir.

Ehmed Xelîl diyar kir ku guhertina siyasî li Sûriyeyê divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nav xwe de bigire û bi destûrek ku mafên wan diparêze, were parastin.

Siyasetmedar tekez dikin ku di serdema pêş de, ji Ehmed El-Şari’e tê xwastin ku Sûriyeyê ber bi ewlehîyê ve bibe û nebe sedema kûrtirbûna qeyrana wê.

Share This Article