Malbat û Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) çaremîn salvegera koça dawî ya siyasetmedar û çalakvanê Kurd “Yûsif Dîbo” bi bîr anîn.
Merasîma bîranînê li Navenda (HRRK) ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna hejmarek ji nûnerên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Yekîtiya Rewşenbîran û çalakvanên mafên mirovan hate lidarxistin.
Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtin, kurtejiyana siyasetmedar “Yûsif Dîbo” hate xwendin û piştre li ser navê Meclisa Cîbcîkar a Kantona Cizîrê, Partiya Yekîtiya Demokratîk û Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.
Axêveran tekez kirin ku “Yûsif Dîbo” yek ji kesayetên niştimanî bû, her wiha tevî astengiyên rêjîma bass a berê jî jiyana xwe ji bo siyaset û doza kurdî terxan kir.
