SIBE SALVEGERA 26’AN A KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YA LI DIJÎ RÊBER APO YE

Rojava Tv
1 Min Read

Têkildarî salvegera 26’an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO endamê Însiyatîva Sûriyê ya azadiya Rêber APO, Silêman Ehmed got, di şexsê Rêbertî de gelên rojhilata navîn hatin hedefgirtin.

9’ê Cotmeha 1998’an di dîroka mirovahiyê de rojeke reş e. Hêzên komploger û dagirkerên Kurdistanê di wê rojê de li hev civiyan û li dijî Rêber APO dest bi komployê kirin.

Komploya navneteweyî di 9’ê Cotmehê de bi derketina Rêber APO ya ji Sûriyê dest pê kir, heta ku di 15’ê sibata 1999’an de Rêber APO radestî dewleta Tirk hate kirin.

Têkildarî salvegera 26’an a komploya navneteweyî endamê Însiyatîva Sûriyê ya azadiya Rêber APO, Silêman Ehmed got, di şexsê Rêber APO gelên rojhilata navîn hatin hedefgirtin.Her wiha derbarê pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber APO jî Silêman Ehmed da zanîn ku, pêngav her ku diçe berfirehtir dibe.

Ji dema belavbûna nûçeya komployê bi milyonan Kurd herikîn qadan û li dora Rêber APO bûne xelekên ji agir. Ciwanên Kurd gotin, bê serok jiyan nabe û ev felsefe her ku diçe xurttir û berbelavtir dide.

Share This Article