139 ZAROK JI BAXÇE Û DANÎNGEHÊN DESTEYA JIN YA FIRATÊ DER ÇÛN

Rojava Tv
1 Min Read

Piştî temamkirina perwerdeyên pêwîst, 139 zarokên bajarê Kobanê bi şahiyekê ji baxçe û danîngehên desteya jin ya kantona firatê der çûn.
Şahî bi Amedebûna endamên saziyên rêveberiya xweser ya kantona firatê, saziyên civaka sivîl û malbatên zarokan hate lidarxistin.
Li ser navê desteya jin axaftin hate kirin û hate gotin, hejmarek zarok di baxçe û danîngehan de hatin perwerdekirin û piştî ku gihaştin 6 saliyê, dê êdî derbasî dibistanan bibin.
Piştre zarokan dîlan pêşkêş kirin û bawername jî li wan hatin belavkirin.
Li bajarê Kobanê 13 Baxçe û danîngehên girêdayî desteya jin hene.

Share This Article