ŞÊXÊN EŞÎRÊN KURD Û EREB ÊN KOBANÊ LI HEV CIVIYAN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê şêxên eşîrên Kurd, Ereb, nûnerên ji hikumeta demkî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Rêveberiya Xweser civiyan û mijarên girêdayî vegera welatiyan li gundên xwe nîqaş kirin.

Di civînê de, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd ên bajarê Kobanê bi nûnerên ji hêzên ewlekariya giştî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş), nûnerên ji Rêveberiya Xweser a kantona Firatê û cîgirê parêzgerê Helebê Elî Henawî re li gundê Bestik ê gundewarê rojavayê bajarê Kobanê, civiyan.

Amadebûyan li ser mekanîzmeya bicihanîna lihevkirinê, rêbazên vegera şêniyan li gundên xwe, nexasim xelkê gundê Şiyûxa Jorîn û Şiyûxa Jêrîn axivîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî lihevkirina di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî de, ev civîna yekemîn li bajarê Kobanê tê lidarxistin.

Share This Article