XELKÊN MINBICÊ SALVEGERA 8’EMÎN A RIZGARKIRINA BAJÊR PÎROZ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên kantona Minbicê bi şahiyeke girseyî salvegera 40’î ya Pêngava 15’ê Tebaxê û salvegera 8’emîn a rizgarkirina kantonê ji çeteyên DAIŞ’ê pîroz kirin.
Şahî bi dirûşmeya “15’ê Tebaxê ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn vejînek nû ye” li Stada 4’ê Nîsanê ya li bajarê Minbicê hat lidarxistin.
Di şahiyê de axaftin li ser navên Meclisa Demokratîk a Gelan, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclia Malbatên Şehîdan, Kombûna Jinan a Zenûbya, Partiya Sûriya Pêşerojê û meclisa cîbicîkar hatin kirin.
Di axaftinan de hate gotin, Minbic bi saya fedekariyên şehîdan û hevgirtina gelên herêmê hate rizgarkirin.
Di dawiyê de komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin û dîlan hate gerandin.

Share This Article