Tevgera ciwanên şoreşger a Helebê civîna xwe ya 6 mehan d dûrşma “ji bo civaka demokratîk xwe birêxistin bike” li dar xist.
Civîn bi beşdariya bi dehan ciwan, xwendekar û endamên saziyan li hola Cizîrê a li taxa Eşrefiyê ya li helebê li dar ket.
Di Civînê de piştî deqekî rêzgirtin, perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê ciwanan de hat xwendin.
Piştre rewşa siyasî û ya ciwanan hatin nirxandin, her wiha rapora 6 mehan a rêxistinî hat xwendin û nîqaş li ser hat kirin.
Di nîqaşan de hat gotin ku, ciwan bingeha avakirina civakane, ji bo pêşxistina civakê û parastina nirxên gel dê ciwan têkoşîna xwe mezintir bikin.
Her di civînê de sinevizyon li ser axaftinên Rêber APO û karûxebatên ciwanên Helebê hat temaşekirin.
Di dawiya civînê de encamnameyek ku tekeziyê li ser rola ciwanan a avakar dike, hat dayîn.
