DESTEYA TENDURISTIYÊ: LI ZIRGAN Û SIRÎNÊ 15 WELATÎ ŞEHÎD Û 24 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Tendurstiyê ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê raghand ku, di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser li zergan û sirînê de, 15 welatî şehîd û 24 jî birîndar bûn.
Desteya Tendurstiyê ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di encama hedefgirtina dewleta tirk a dagirker a li dijî maleke sivîlan li zerganê di nav de zarokek 3 kes şehîd bûn û 11 kesên din jî birîndar bûn.
Her wiha li bajarê sirînê yê kantona feratê jî di encama êrîşên balafirên bê mirov ên dagirkeriyê de 12 kesên sivîl şehîd û 13 jî birîndar bûn.
Desteya Tendurstiyê anî ziman ku li gorî yasa û hevpeymanên navdewletî hedef girtina sivîlan tawanek e û ji sûcên şer e.
Desteya Tendurstiyê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku dagirkeriya tirk li pêş çavên cîhanê van hevpeymanan bin pê dike û divê li ser sûcên xwe were cezakirin.

Share This Article