YEKÎTIYÊN PARÊZERAN ÊN EFRÎN- ŞEHBA Û HELEBÊ KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Yekîtiyên parêzeran û Meclisên dadên civakî yên kantona Efrîn- Şehbayê û bajarê Helebê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO bi tundî şermezar kirin.
Her wiha gotin, di şexsê Rêber APO de gelên azadîxwaz û têkoşer hatin hedefgirtin.

Yekîtiyên parêzeran û Meclisên dadên civakî yên kantona Efrîn- Şehbayê û bajarê Helebê bi daxuyaniyên cuda komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO şermezar kirin.

Yekîtiya parêzeran û Meclisa dada civakî ya kantona Efrîn- Şehbayê di daxuyaniya xwe de got, piştî têkoşîna 20 salan ya li Sûriyê û Lubnanê Rêber APO bi komployeke navneteweyî ji Sûriyê hate derxistina û radestî dewleta Tirk hate kirin.

Her wiha diyar kir ku, di şexsê Rêber APO de gelên azadîxwaz û têkoşer hatin hedefgirtin.

Yekîtiya parêzeran û Meclisa dada civakî ya kantona Efrîn- Şehbayê da zanîn ku, dîlgirtina Rêber APO li dijî tevahî yasayên parastina mafên mirovan e.

Di beşekî din a daxuyaniyê de pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber APO hate şermezarkirin û bêdegniya hêzên navneteweyî jî bi tundî hate rexnekirin.

Di dawiyê de banga mezinkirina asta têkoşîn û berxwedaniyê hate kirin.

Yekîtiya parêzeran û Meclisa dada civakî ya Helebê jî bi daxuyaniyekê komplo û pergala qirkirinê ya li Îmraliyê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, komploya 9’ê Cotmehê li dijî yasayên navdewletî bû û armanca wê jî qirkirina gelan bû.

Her wiha hate diyarkirin ku, berxwedana gel û Rêber APO planên hêzên komploger vala derxist û pûç kir.

Yekîtiya parêzeran û Meclisa dada civakî ya Helebê bang li çalakvanên hiqûqî, kesayetên serbixwe û aktîvîstên cîhanî kir ku bi xurtî tevlî pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber APO bibin û li her deverê asta têkoşînê mezin bikin.

Share This Article