Yekîneyên Parastina jin YPJ’ê bi boneya 8’ê Adarê roja jinan a cîhanî şahiyeke girseyî li dar xist.
Şahî bi beşdariya endamên desteya rêveber a meclîsa jinan a herêma bakur û rojhilatê Sûriyê, fermandarên YPJ’ê, saziyên sivîl, navenda çand û hunerê û Şandeke ji Hevpeymaniya Navdewletî li navenda biryargeha YPJ’ê hate lidarxistin.
Şahîyê bi toraneke leşkerî dest pê kir û piştre ji aliyê Koma Eleniya ya Navenda Çand û hunerê ya Rimêlanê ve gelek stran hatin pêşkêşkirin.
Şervanên YPJ’ê di ber stranan re govend gerandin.
ŞERVANÊN YPJ’Ê BI MERASÎMEKE LEŞKERÎ 8’Ê ADARÊ PÎROZ KIRIN
