Şehîdên êrîşê di salvegera 9’an de li bajarên Qamişlo û Kobanê bi lidarxistina merasîman hatin bibîranîn .
her wiha mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin û soza parastina destkeftiyên şehîdan hate dayîn .
25’ê Nîsana 2017’an, balafirên dewleta Tirk a dagirker navend û baregehên YPJ û YPG’ê yên li Çiyayê Qereçoxê bombebaran kirin.
Şehîdên êrîşê di salvegera 9’an de li bajarên Qamişlo û Kobanê hatin bibîranîn .
Meclisa Malbatên şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo bîranîna şehîdan li goristana Şehîd Delîl Saroxan merasîmek li dar xist .
Merasîma bîranînê ya li bajarê Kobanê jî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer ên Kobanê Mistefa Êto axivî .
Mistefa Êto soza şopandina rêya şehîdan da û wiha got: “Şehîdên me ji bo parastina gelê xwe têkoşîn kirin û heta kêliya dawiyê li ber xwe dan. Em ê tu carî şehîdên Qereçoxê û ji bîr nekin. Şehîdên me di dilê me de ne.”
di dawiya merasîman de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin û soza parastina destkeftiyên şehîdan hate dayîn
