Xelkên bajarê kobanê îro ji bo bibîranîna şehîdên komkujiya Parîsê Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez meşeke girseyî li darxistin.
Meş bi beşdariya Endamên Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, partiyên siyasî û xelkên bajarê kobanê hat lidarxistin.
Meş ji Qada Jina azad dest pê kir û li Qada “Aştiyê” ya li bajêr veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de axaftin li ser navê Tevgerên jin û meclisa malbatên şehîdan hat kirin, di axaftinan de tevahî cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn.
her wiha hat gotin ku, dewleta tirk a dagirker ji îradeya jina azad weke Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ditirse.
Meş bi berzkirina dirûşmeyên “bijî bercxwedana Jinan” Jin Jiyan Azadî” û Şehîd namirin bi dawî bû.
LI KOBANÊ ŞEHÎD SAKÎNE, FÎDAN Û LEYLA HATIN BIBÎRANÎN
