GELÊ ROJAVA: ROJBÛNA RÊBER APO ROJA DESTPÊKIRINA TÊKOŞÎNA AZADIYA KURDAN E

Rojava Tv
2 Min Read

Şêniyên bajar û gundên Rojava bi dirûşmeya “4’ê Nîsanê roja jidayikbûna azadiya jinan û civaka demokratîk e” roja jidayikbûna rêber Abdullah Ocalan ku di 4’ê Nîsanê de ye pîroz kirin.

Şêniyan piştrast kirin ku “jidayikbûna rêber Apo roja destpêka têkoşîna azadiyê û çareserkirina doza Kurd e.”

Şêniyên kantona Cizîrê doh bi şahiyên cûda û girseyî 4’ê Nîsanê roja Rojbûna Rêber Abdullah Ocala pîroz kirin.

Şêniyên bajarên Hesekê bi dirûşmeya “4’ê Nîsanê, roja jidayikbûna azadiya jinan û civaka demokratîk” e, şahiyek li darxistin.

Di pîrozbahiyê de piştî deqeye rêzgirtinê, axaftin ji aliyê endama Kongra Star Jiyan Dêrik û Hevseroka nivîsgeha PYD’ê li bajarê Hesekê Zehra Elî ve hate kirin.

Axêveran jidayikbûna rêber Apo pîroz kirin û diyar kirin ku “jidayikbûna rêber Apo roja destpêkirina têkoşîna azadiyê û çareserkirina doza Kurd e.”

Piştî wê, komên “Zîlan, Weker Stêrk, Şehîd Ronahî Bawer û Şehîd Tolhildan” pêşandanên hunerî û muzîkî pêşkêş kirin.

Di dawiyê de komeke hunermendan stranên şoreşgerî û neteweyî pêkêş kirin û beşdaran govend girtin.

Pêkhateyên cûda yên Tirbespiyê jî ev bone li Parka 4’ê Nîsanê pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de, endama Kongra Star Minteha Mehmûd axivî û diyar kir ku “Îro ew rojbûna Rêber Apo pîroz dikin û soza xwe ya ji Rêber re nû dikin ku têkoşîn û xebatê li gorî ramana wî ya azadiyê bidomîne. ”

Di pîrozbahiyê de koma Muzîkê ya Şehîd Bawer, hunermend Newroz Efrîn, Daniş Botan û Koma Şehîd Xebat stranan pêşkêş kirin û beşdaran govend gerandin.

Şêniyên Girkê Legê, Rimêlan û gundên derdorê li Navenda Hêzên Parastina Civakî pîrozbahî li dar xistin.

Di pîrozbahiyê de, endama Kongra Star Fatma Lekto axivî û pîrozbahî li beşdaran kir û diyar kir ku jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan jidayikbûna aştî û azadiyê temsîl dike, û felsefeya wî bûye egera belavkirina heskirin û lihevhatinê di navbera civakên cûda de.

Di pîrozbahiyê de “Koma şehîd Elenya” û “Koma Kevneşopî”, û her weha çend hunermendên din, stran pêşkêş kirin û beşdaran govend gerandin.

Share This Article