Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê şervanê HRE’yê şehîd Qehreman Bilbilê oxir kirin.
Bi hezaran şêniyên her du taxan li pêşiya nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir cenazeyê şehîd Qehreman Bilbilê wergirtin û berê xwe dan goristana şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê.
Li wir li ser navên Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û PYD’ê axaftin hatin kirin.
Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û gotin, bi saya fedakariyên şehîdan, gelek destkeftî di şoreşa 19`ê Tîrmehê de hatin bidestxistin.
Di dawiyê de, wesîqeya şehadetê radestî malbatê hate kirin û cenazeyê şehîd hate oxirkirin.
