ŞÊNIYÊN REQAYÊ PIŞTGIRIYA XWE BI QSD’Ê RE NÎŞAN DAN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê îro bi meşeke girseyî êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û piştgiriya xwe bi QSD`ê re nîşan dan.

Girseyê wêneyên şehîdan, alên QSD`ê, ala nû ya Sûriyê, pankartên “Em hemû QSD`ê ne”, “QSD`ê rûmeta me ye” hildan.

Meş ji pêş Nexweşxaneya Zarokan a li bajêr dest pê kir û heta Qada Jina Azad dom kir.

Li wir meş veguherî mîtîngê. Di mîtingê de li ser navê Meclisa Rêveber a kantona Reqayê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya û Saziya Kar û Barên Olî axaftin hatin kirin.

Axêveran berxwedana şervanên QSD ya li eniyên şer silav kirin û piştgiriya xwe bi QSD re nîşan dan.

her di axaftinan de banga yekitiyê hat kirin ku bibin hêza hêviyê li Sûriyê belav bikin.

Share This Article