ŞÊNIYÊN REQAYÊ PIŞTGIRÎ DAN ŞERVANÊN QSD Û NOBETDARÊN BENDAVA TIŞRÎNÊ

Rojava Tv
1 Min Read

her wiha Şêniyên kantona Reqayê bi meşekê berxwedana li Bendava Tişrînê silav kirin û tekez kirin ku ew hemû QSD ne.

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Partiya Sûriya Pêşerojê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca silavkirina berxwedana li Bendava Tişrînê û piştgiriya QSDˈê meşek li dar xistin.

Şêniyan bi hildana alên QSDˈê û wêneyên şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê ji pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Kendal dest bi meşê kirin.

Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana QSDˈê hatin berzkirin.

Meş li Qada Jina Azad veguherî mîtîngê.

Di mîtingê de hat diyarkirin ku, hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî bê bêdengiya xwe derfetê didin Tirkiye da ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê qir bike.

Hat gotin ku, ew ê ti carî teslîmbûnê qebûl nekin, ew hemû QSDˈê ne û Sûriye dê bi ser bikeve.

Share This Article