Cenazeyên Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Kidro û şervanê QSD’ê Elaa El Elî , li Reqayê bi maresîmekê hatin oxirkirin.
Merasîm li Pakrewangeha Şehîdan a li gundê Hikumiyê yê Reqayê bi beşdariya saziyên sivîl, partiyên siyasî û hêzên leşkerî hate lidarxistin.
Di merasîmê de li ser navê hêzên ewlekariya hundirîn û Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê axaftin hat kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin.
Axêveran anîn ziman ku ezmûna Rêveberiya Xweser berhema keda şehîdan e û gotin em ê projeya şehîdan bi ser bixin.
Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîdan bi tilîliyên dayîkan spartin axê.
