ŞEHÎDÊN ENCUMENA BÊTNEHRÊN A NETEWYÎ BI MERASÎMEKÊ LI QAMIŞLO HATIN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi serperştiya Partiya Yekitiya Suryanî duh li bajarê qamişlo Şehîdên Encumena Bêtnehrên a Netewyî hatin bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê li hola Selam a Qamişlo hat lidarxistin û têde şandeke ji Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê nûner û kesayetên ji rêxistinên Suraynî her wiha  Encumena Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û encumena  Leşkerî ya Suryanî amade bûn.

Di merasîmê de Endamê Encumena Bêtnehrên Kîno Gabrîyêl daxuyaniyek xwend tê de got: em ê soza xwe a ku me dabû şehîdên xwe, pêk bînin û êrişan têk bibin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm jî bang li civaka navneteweyî kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser rawestînin

Share This Article