DESTEYA CIWANAN DEST BI AVAKIRINA QONAXA DUYEMÎN YA LÎSTIKGEHA KOBANÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Firatê dest bi xebatên avakirina qonaxa duyemîn ya lîstikgeha Kobanê, ku li ser asta herêmê lîstikgeha herî mezin e, kiriye.

Lîstikgeha Kobanê bi amûrên modern û pêşketî tê avakirin û dê bikare pêşwaziyê li zêdetirî 5 hezar kesî bike.

Xebatên avakirina lîstikgehê di sala 2019’an de hatibûn destpêkirin, lê ji ber êrîşên dagirkeriyê dem bi dem dihate rawestandin.

Hevseroka desteya Ciwan û werzîşê ya kantona Firatê Avaşîn Misto ji Rojava TV re behsa xebatên qonaxa duyemîn dike.

Lîstikvanên bajarê Kobanê jî diyar dikin ku, dê ev lîstikgeh di pêşxistina karînên sporê de, roleke mezin bilîze.

Li gorî agahiyên desteya ciwan û werzîşê dirêjahiya lîstikgehê 110 metre û panahîya wê jî 80 metre ye. Her wiha lêçûna wê jî nêzîka 600 hezar dolarên amerîkî ye.

Share This Article