LI REQAYÊ YEKEMÎN KONFERANSA HEVSEROKATIYÊ LI DAR KET

Rojava Tv
1 Min Read

 

Kombûna Jinan a Zenûbiya îro yekemîn Konferansa Hevserokatiyê bi dirûşma “Ji ciherengiyê hêza me tê… Ji hevkariyê îradeya me ava dibe” li bajarê Reqayê li dar xist.
Konferans bi beşdariya Hevserokên meclisan, saziyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê, partiyên siyasî, nûnerên Kongreya Îslama Demokratîk û Konfederaliya Civaka Demokratîk li Hola Mişwar hat lidarxistin.
Di konferansê de li ser pergala hevserokatiyê axaftin hat kirin û hat gotin, Pergala hevserokatiyê saziyeke ji bo pêkanîna hêviyên avakirina demokasî, edalet û wekheviyê ye.
Her wiha rewşa siyasî ji aliyê Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif ve hat nirxandin, nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê pergala hevserokatiyê de hatin xwendin û sînevîzyonek li ser vê pergalê û destkeftiyên wê hat pêşandan.
Biryar e konferans bi encamnayekê bi dawî bibe.

Share This Article