NAVENDA WERGIRTINA PEMBO YA LI REQAYÊ BERHEMÊN COTKARAN WERDIGIRE

Rojava Tv
1 Min Read

Bi destpêkirina mûsima çinîna Pembo re, navenda wergirtina pembo ya li Reqayê berhemên cotkarên herêmê werdigire.

Navenda wergirtina pembo ya girêdayî Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê li gorî paqijbûna pembo, nirxê wê diyar dike.

Berpirsê Navenda Wergirtina Pembo Fethî El-Hesen diyar kir ku îsal ji ber kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, rûberên ku hatibûn çandin, kêm bûn.

Her wiha da zanîn ku ew berhemên pembo ji Minbic, Reqa û Tebqayê werdigirin.

Share This Article