Festîvala Şehîd Berçem a 2’yemîn ya çand û hunera jinan bi dirûşmeya “Bi tîrêjên rojê hunera jinan geş dibe” li Kobanê dest pê kir.
Di festîvalê de dê komên mûzîk, govend û şanoyê berhemên xwe pêşkêş bikin û dê festîval 4 rojan berdewam bike. Bi lêdana amûrên mûzîkê û liberxwekirina cilûbergên Kurdî li kolanên bajarê Kobanê digerin û ber bi navenda çanda Baqî Xido ve diherikin.
Xebatên festîvala Şehîd Berçem a 2’yemîn ya çand û hunera jinan bi dirûşmeya “Bi tîrêjên rojê hunera jinan geş dibe” dest pê kir.
Festîval ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve û bi beşdariya 450 jinan tê lidarxistin. Di festîvalê de dê komên mûzîk, govend û şanoyê berhemên xwe pêşkêş bikin.
Festîvala îsal diyarî Rêber APO hatiye kirin û rojane piştî demjimêr 6’ê jî dê li qada Şehîd Egîd ya bajarê Kobanê konserên mûzîkê werin lidarxistin.
Di demekê de ku planên pişaftina çanda resen ya gelê Kurd zêde dibin, li Rojavayê Kurdistanê gavên geşbîn têne avêtin û nimûneya wê jî festîvsala Şehîd Berçem e ku dê 4 rojan dewam bike.
