DORPÊÇA HIKÛMETA ŞAMÊ KARÊ XIZMETGUZARIYÊ LI ŞEHBAYÊ ASTENG DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberên hêza parastina civakî yên Reqayê ji Rojava Tv re diyar kirin ku parastina civakî tevahî pêkhateyên civakê di nava xwe de dihewîne û ew ji mêj ve hewl didin ku gel fêrî xwe parastinê bikin.

li dijî gef , Êrîş û Hewildanên Derbekirina projeya rêveberiya xweser , xelkên herêmê biryara berxwedan û têkoşînê dane û li gorî şerê gelê şoreşgerî di nava salên şoreşê de xwe rêxistin kirine.

lewma serî li rêbazên parastinê dane , hêzên parastina civakî avakirine û li gel hêzên Ewlekarî û Leşkeî parastina xaka xwe dikin .

Rêveberên hêzên Parastina Civakî yên Reqa gotin erka me ya bingehîn ewe ku em gelê xwe biparêzin.

Rêveberê şaradariya Navçeya Ehdasê Ehmed Reşo diyar kir ku tevî dorpêça li ser wan ferzkirine jî lê ew pêwîstiyê gel li gor derfetên di dest wan de bi cih tînin.

Rêveberên şaredariyên kantona Şehbayê bang li rêxistinên mafên mirovan û aliyên navneteweyî kirin ku bi erka xwe rabin û dorpêça Hikûmeta Şamê ji ser wan rakin .

Share This Article