CENAZEYÊN 9 KOÇBERÊN BINAVBÛYÎ LI KOBANÊ HATIN VEŞARTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Cenazeyên 9 koçberên sûrî yên ku li beravên Cezayirê di 3′yê Cotmeha borî de binav bibûn, gihiştin bajarê kobanê.

Di pêşwazîkirinê de malbatên qurbaniyan, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û welatiyên herêmê amade bûn.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê vegerandina koçberan hilgirte ser milê xwe û lêçûna wê da.

Duh Cenaze ji balafirgeha Dewhayê gihaşte Beyrûtê û li wir Nûnertiya Rêveebriya Xweser cenaze wergirt û derbasî Sûriyê kir.

Îro jî Rêveberiya xweser a Herêma Firatê cenaze ji Minbicê anîn Kobanê û li wir bi spartin axê.

Ji qurbaniyan 12 xelkên Kobanê bûn, ji ber ku rêya balafirgehê têrê nekir, dê Rêveberiya Xweser cenazeyên mayî paşê bîne

Share This Article