9’emîn Pêşangeha Şehîd Herekol a Navdewletî ya Pirtûkan bi xelatkirina nivîskar, weşanxane, pirtûkxane, sazî û şîrketên ku ji bo pêşengehê sponsorî kirine, bi dawî bû.
Di merasîma bi dawîkirina pêşangehê de, dayika şehîd Herekol Xedîce El Mele axivî, bixêrhatina mêvanan kir û kêfxweşiya xwe bi pêşangehê re anî ziman.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Husên Osman jî got ku çalakiyên wiha dikarin pirên têkiliyê di navbera afirîneran û civakê de ava bikin.
Di merasîmê de Koma Ecawîd a folklora Reqayê û Koma Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.
Di dawiya merasîmê de hemû beşdarên pêşangehê hatin xelatkirin.
