LI REQAYÊ DERBARÊ BANDORÊN MEDYAYA CIVAKÎ KOMXEBATEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

a kantona Reqayê derbarê bandorên medyaya civakî li ser kesayet û civakê komxebatek li dar xist.

Komxebat bi beşdariya bi dehan endamên Yekîtiya Rewşenbîran, Karker, Meclisa Idlib a Kesk li hola Yekîtiyê ya li Reqayê li dar ket.

Di komxebatê de, mijarên weke Bandora Medyaya civakî li ser gelê herêmê, civak û siyaseta herêmî her wiha bandora wê li ser exlaq û ola gelên herêmê hatin nîqaşkirin.

Beşdarên komxebatê diyar kirin ku nûçeyên derew û dîmenên ne herêmî bandoreke mezin li ser kes dike û dilhêle ku ji civaka, çand û kevneşopiyên xwe dûrkevin.

Komxebat bi vekirina deriyê nîqaşan ji beşdaran bi dawî bû.

Share This Article