ŞÊNIYÊN KOBANÊ Û KOÇBERÊN EFRÎNÊ: HEYA SERKEFTINÊ EM Ê PIŞTGIRIYÊ BIDIN TAXÊN HELEBÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên bajarê kobanê û koçberên Efrîn ku li Kobanê bi cih bûne, derbarê êrîşên giran ên hikumeta Veguhêz li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê axivîn.

Şêniyan gotin ku gelê kurd ji bilî aştiyê naxwaze, lê Hikûmeta veguhêz her dem şerxwaze.

Komên girêdayî hikumeta Veguhêz, ji duh ve bi çekên giran û dronan, êrişî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dikin.

Di encama van êrîşan de hejmarek ji şêniyan şehîd û birîndar bûn.

Têkildarî mijarê şêniyên bajarê Kobanê û Koçberên Efrîn ku li Kobanê bi cih bûne, bi dilsozî pştgiriya xwe bi gel re nîşan dan.

Koçberên Efrînê gotin ku gelê kurd ji bilî aştiyê naxwaze, lê Hikûmeta Veguhêz her dem şerxwaz e.

Ji dema hatina Hikûmeta vegûhêz li ser desthilatê û aramî di nav gelê Sûriyê de bi giştî winda bûye û her dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe.

Share This Article