NAVENDA BELAVKIRINA TOV LI QAMIŞLO HETA NIHA ZÊDETIRÎ 2 HEZAR TON TOV BELAV KIRIYE

Rojava Tv
1 Min Read

Navenda Belavkirina tov li herêma bakur û rojhilatê sûriyê ji 28 îlonê ve dest bi belavkirina tov li cotkaran dike , heta niha 2 hezar û 40 ton tov li cotkaran belav kiriye.
Navendên belavkirina tov rojane di navbera 100 heta 150 ton li cotkaran belav dike.

Li herêma bakur û rojhilatê sûriyê di 28 ê îlonê de hemû navendên belavkirina tov, dest bi belavkirina tovê hişk û nerm li ser cotkaran kirin.

Navenda belevkirina tov li Qamişlo heta niha 2 hezar û 40 ton tov li cotkaran belav kiriye.

di vê çarçoveyê de, Cotkarê bi navê mihemed salih ji ROJAVA TV re axivî û got ku, tovê îsal ji yê sala borî baştir e.

Hevserokê navenda belavkirina tov li Qamişlo, Ehmed Abdullah diyar kir ku, cotkar tov li gorî nasnameya xwe ya şexsî her wiha li gorî rêziknameya çandiniyê werdigirin.

Navendên belavkirina tov rojane di navbera 100 heta 150 ton tov li cotkaran belav dike.

Her tonek bi buhayê 225 dolarên amerîkî ji bo cotkaran tê pêşkêşkirin û proseya belavkirinê heta ku tevahî cotkar tovê xwe werbigrin, dê berdewam bike.

Share This Article