ENKS’Ê DERBARÊ YEKRÊZIYA KURDÎ DE PANELEK LI QAMIŞLO LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS der barê yekrêziya kurdî de panelek li Qamişlo li dar xist.
di panelê de ku li hola Efrînê li bajarê Qamişlo hat lidarxistin, Endamên Tevgerên Siyasî, rewşenbîr, MSD, Partiya Komunîst a Kurd li Sûriyê, beşdar bûn.
Serokê Buroya Siyasî ya ENKS`ê Mihemed Îsmaîl simînerke pêşkêş kir û tê de geşdanên dawî yên girêdayî doza Kurdî nirxandin.
di panelê de hate gotin, Danezana Destûrî ya ku ji aliyê desthilata Şamê ve bi awayê wê yê niha hatiye pêşniyarkirin, ji hêla gel ve nayê pejirandin, û hate tekez kirin, ku Sûriyê nikare aramiyê pêk bîne, bêyî lihevhatineke niştimanî ya rasteqîn û serdemeke nû ya hevbeşiya siyasî ava dike.

Share This Article