Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Hesen Şero derbarê êrîşên dawî yên li dijî herêmê ji RojavaTV re nirxandin kir û got: Tirkiyê her dem bi rê û rêbazên cuda plan dike ku aramiya herêmê têk bibe
Têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim bombebaranên wê yên li dijî herêmê, Hevserokê Desteya Hûndirîn a Kantona Cizîrê Hesen Şero ji televizyona me re nixandin kir .
Hesen Şero got: Piştî ku hevgirtina gel û hêzên me planên dewleta Tirk û Hikumeta Şam li Dêrazor têk birin, Tirkiyê yekser dest bi êrîşên qirkirinê li dijî gelê herêmê kir.
Her wiha Şero tekez ku Tirkiyê her dem bi rê û rêbazên cuda plan dike ku aramiya herêmê têk bibe .
Her dawî dagirkeriya Tirkiyê bi rêya balafireke xwe ya bê mirov di 22ê vê mehê de navenda Asayîşa bajarê Qamişlo bombebaran kir û di encama êrîşê de tenê zirarên madî pêk hatin.
Asayîşê bi daxuyaniyekê piştrast kiribû ku, ew ê heta dawiyê erkên xwe yên parastina ewlekariya herêmê pêk bînin.
