Şêniyên bajarê kobanê ji bo şermezarkirina êrîşên çekdarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi erebeyan derketin qadan.
Gera Erebeyan ji qada jina azad a bajêr dest pê kir û bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li nava hemû kolanên kobanê geriyan.
Di dawî de ciwanên şoreşger bi daxuyaniyekê tekez kirin ku heta ewlehî û aramî li herêmê serwer nebe, ew ê her dem li qadan bin û asta têkoşîna xwe mezin bikin.
