Şêniyên Minbicê û gundewarên wê îro li dijî êrîşên dewleta Tirk û sûcên li hemberî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.
Meş ji çarxerêya Mîzan dest pê kir û bi berzkirina dirûşman li çarxerêya Meseb a li naverasta bajêr veguherî mitîngê.
Di mitîngê de hat diyarkirin ku, pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo xurtkirina doza azadiya gelan û azadiya Rêber APO destkeftiyeke mezin e.
Her wiha hat gotin ku, ew ê di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Rêbertî de bixebitin û êrîşên dagirkeran vala derxînin.
Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê bi dawî bû.
